Aliyên şer li bajarê Cedayê dicivin

Di çarçoveya insiyatîfa Amerîkî-Siûdî de, li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, danûstandin di navbera her du aliyên şerê li Sûdanê dest pê dikin.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihand, erebeya balyozê dewleta Tirk li Xurtûmê rasî gulebaranê hatiye.

Li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, îro şemiyê danûstandin di navbera her du aliyên şerê li Sûdanê de, tên lidarxistin.

Ev danûstandin di çarçoveya insiyatîfa Amerîkî-Siûdî de pêk tên.

Li gorî çavkaniyan, şandeyên her du aliyan duh înê gihîştin bajarê Cedayê.

Şandeya Artêşa Sûdanî ji 3 efser û balyozekî pêk tê û şandeya Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî, ji 3 efseran pêk tê.

Fermandarê Hêzên Piştevaniyê Himêdtî li ser hesabê xwe yê twitterê, sipasiya Erebistana Siûdî kir û got:

“Daxuyaniya hevbeş a Siûdî-Amerîkî, her wiha hewildanên herêmî û navdewletî ji bo rawestandina şerê li Sûdanê, cihê kêfxweşiyê ne.

Em hêvî dikin ev hewildan rê li ber vekirina kenalên mirovî û dabînkirina xizmetên bingehîn ji bo welatiyan veke.

Himêdtî diyar kir ku ew helwesta xwe ya avakirina hikumeteke veguhêz ku welêt bigihîne demokrasiyeke mayînde û ewlehî, aramî û geşepêdanê li welêt misoger bike, naguherînin.

Berya 2 rojan, serokê Amerîkayê Joe Biden, gefa sepandina cezayan li ser kesên ku aştiyê li Sûdanê binpê dikin, xwaribû.

Biden banga bidawîkirina vê trajediyê kiribû û şerê li Sûdanê bi ‘xiyaneta gel’ bi nav kiribû.

Erebeya balyozê Tirk li Xurtûmê hat gulebarankirin

Li aliyekî din, Hêzên piştevaniya Lezgîn îro ragihand, ku erebeya balyozê dewleta Tirk li Xurtûmê İsmail Çobanoğlu, rasî gulebaranê hatiye.

Hêzên Piştevaniyê, Artêşa Sûdanî bi vê yekê tawanbar kir, ji ber ku avahiya balyozxaneyê li herêma di bin kontrola Artêşê de ye.

Hêzên Piştevaniyê da zanîn ku wan balyozê Tirk û şandeya wî, gîhandin cihekî ewle.

Back to top button