Welatiyên Hewlêrê banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin

Welatiyên parêzgeha Hewlêrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin:
“Ji ber vê yekê bi azadbûna Rêber Abdullah Ocalan, wê aştî li herêmê belav bibe.”

Li her çar beşên Kurdistanê û dervey welat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi sedan pêngav û çalakî têne lidarxistin û dewam dikin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, welatiyên Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo pêngavê nîşan dan.

“Bi azadbûna Rêber Abdullah Ocalan , wê aştî li herêmê belav bibe”

Welatiyê bi navê Hoşeng Kerîm daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo kir û wiha got:

“24 sale ku Rêber Abdullah Ocalan bê sûc, ji aliyê rejîma dîktator a Tirk ve hatiye girtin.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo doza rewa ya gelê xwe hatiye girtin.

Hemû hewldanên wî ji bo bidestxistina mafên rewa yê gelê Kurd bû.”

“Dem hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe”

Welatiyê bi navê Kawe Cercîs jî piştgiriya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anî ziman û ev tişt anî ziman:

“Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e. Bê sûc bi salane hatiye girtin, lewma dema azadbûna wî hatiye.”

Back to top button