Li Hollanda polîs bi se û daran êrişî xwepêşandêran kirin

Sala nû di bin siya Covid-19 û motasyonên wê de despê kir. Tevdîrên tund yên li Ewropa bi xwere bertekên tund jî anî. Li Hollanda tevî biryara qedexeya derketina derve, lê bi hezaran kes li paytext Amsterdamê meşiyan. Polîsan bi dar û seyan êrişî xwepêşandêran kir. Wêne û dimenê derketî asta tundiyê raxist berçavan. Li Almanya jî xwepêşandan û Ingilistanê jî tevdîrên nû ragihand.

Welatên Rojava di nava tevdîrên tund de sala nû pêşwazî kirin.

Lê tevdîrên tund bi xwere bertekên tund jî anî.

Doh li paytexta Hollanda Amsterdamê dijberên derzîkirina Covid-19 û qedexeya derketina derve li kolanan bûn.

Xwepêşandêran qanûnên navbera kesan pêk ne anîn û di nava mûzîkê de dest bi meşê kirin.

Piştî vê yekê polîs bi tundî êrişî xwepêşandêran kirin.

Êrişa seyên polîsan a ser xwepêşanndêran jî asta tundiyê raxist berçavan.

Ev tundî di nava civakê de rastî bertekan hat.

Hat ragihandin ku di dema xwepêşandanê de, 30 kes hatine binçavkirin û 4 polîs birîndar bûne.

Qedexeya beşî ya derketina derve li Hollanda wê heta 14’ê Çile dewam bike.

Li welat ji despêka vîrûsê heta niha, 3 milyon 165 hezar û 793 kes corona ketiye û ji van 20 hezar û 957 kes jî mirine.

Li Bayern a Almanya tevdîrên Covid-19 hat şermezarkirin

Li Almanya jî tevdîrên tund yên ji bo Covid-19’an hate şermezarkirin.

Xwepêşanderên dijî-sînordarkirina corona doh li bajarê Bayern kom bûn.

Bi sedan xwepêşander di nav kolanan de meşiyan.

Li Ingilîstanê tevdîrên dijî Covid-19 hatin tundkirin

Li Ingîlistanê metirsiya ji varianta Omicron zêdetir dibe.

Vê yekê jî bi xwere tevdîrên tundtir anî.

Li welat ji bo dibistanan, biryarên nû hatin girtin.

Li dibistanên navîn karanîna maske careke din bû neçarî.

Wezîrê Perwerdeyê yê Ingilîstanê Nadhim Zahawî duh di daxuyaniyekê de ragihand ku xwendekarên dibistana navîn yên ji betlaneya Noelê vedigerin pêwîst e li dibistanan maskan bikar bînin.

Ev yek jî ji bo pêşî li zêdebûna mutasyona Omicron a Covid-19 bê girtin pêk hatiye.

Back to top button