Komkara Erebî ji bo Sûriyê dicive

Li ser daxwaza Urdin, Misir û Erebistana Siûdî, Komkara welatên Ereb ji bo Sûriyê civînekê li dar dixe.
Amerîka jî dibêje, tekane rêya çareseriyê li Sûriyê, biryara Konseya Ewlekariya ya 2254’an e.

Sibe yekşemê Komkara Erebî, ji bo nîqaşkirina vegera hikumeta Şamê bo Komkarê, her wiha ji bo şerê li Sûdanê, 2 civînan li dar dixe.

Wezareta Derve ya Misirê, bi daxuyaniyekê diyar kir, ku wezîrê derve Samih Şukrî, ji bo lidarxistina civînê, pêwendî bi wezîrên gelek welatên Ereb re kir.

Civîna ji bo Sûriyê, li ser daxwaza Urdin, Misir û Siûdiyê hatiye erêkirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkarê Cemal Ruşdî ji rojnameya El-Erebî El-Cedîd re axivî.

Ruşdî diyar kir ku ev civîn dê egera vegera Sûriyê beriya lûtkeya Komkarê ya 19’ê Gulanê, destîşan bike.

Sekreterê Giştî yê Komkarê Ehmed Ebûlxêt jî, di hevpeyvînekê di gel rojnameya El-Şerq de got:

“Li gorî tevgera heyî, vegera Sûriyê bo Komkara Erebî beriya lûtkeyê, ihtîmaleke pir gengaz e.

Piştî civîna Emanê ya hefteya borî, wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî, di pêwendiyeke telefonî de, encamên civînê bo wezîrê derve yê DYA’ê Antony Blinken eşkere kirin.

DYA: Em li dijî asakirina têkiliyan bi Esed re ne

Piştî vê pêwendiyê, Blinken helwesta Amerîka derbarê tevgera dawî li Sûriyê eşkere kir û diyar kir tekane rêya çareseriya li Sûriyê biryara Konseya Eewlekariya ya 2254’an.

Blinken helwesta Amerîka ya li dijî asakirina têkiliyan bi Beşar El-Esed re dubare kir.

Sala 2011’an Komkara Erebî bi erêkirina 18 dewletan, endamtiya Sûriyê taloq kiribû.

Back to top button