Qada gazê ya Kormor a Çemçemalê bi moşekan hate hedefgirtin

Qada gazê ya Kormor a li navçeya Çemçemalê hate mûşekbarankirin. Hêzên ewlekariyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Bi mûşekan qada gazê ya Kormor a li navçeya Qadir Kerem a Çemçemalê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê berî çend kêliyan ji cihek nediyar ve hate hedef girtin.

Heta niha zêdetirî 5 mûşek hatine avêtin.

Lê belê hata niha têkildarî ziyanê ti agahî nehatine bidestxistin.

Têkildarî bûyerê hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Hezîranê de qada gaza Koremor çend caran hedef hatibû girtin.

Back to top button