Kombûna Jinên Zenûbiya û Însiyatîfa Li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan bi daxuyaniyan Şehîd Hevrîn Xelef bibîr anî.
Bi dehan jin beşdarî merasîma bîranînê bûn û mûm vêxistin.
Pişt re endama Kombûna Jinên Zenûbiya Nûr Huda Elqetran daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze destketiyên şoreşa me têk bibe.”
Nûr Huda diyar kir ku Şehîd Hevrîn şehîda aştî, azadî û biratiya gelan e û ji bo yekîtiya Sûriyê gelekî têkoşiya.
Nûr Huda da zanîn ku heman zihniyeta Hevrîn Xelef aramnc girt, Nagîhan, Zeyneb û Jîna jî armanc girt
Di dawiyê daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Însyiatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan Hevrîn Xelef bi bîr anî
Însiyatîfa Li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo ewlehî û aştiyê Hevrîn Xelef bibîr anî û daxuyaniyek da û tê de bang li wan rêxistinan kir ku erkên xwe bi cih bînin, ewlehî, aştî û mafên sivîlan û jinan biparêzin.
Însiyatîfê di dawiya daxuyaniye xwe de, soz da hemû şehîdan ku li ser şopa wan bin.