Zikrî Zêbarî: Koçberan ji ber polîtîkayên PDK’ê welat terikandine

Ji ber bêkarî, xizanî, bêedaletî, zext û zoriyên rêveberiya herêma başûrê kurdistanê, bi hezaran kesî berê xwe dane Ewrûpa û li sînorê Polonya-Belarûsê aliqî mane. Parlementerê YNK’ê Zîkrî Zêbarî, derbarê penaberiya ku heye nirxandin kir û anî ziman ku ji ber polîtîkayên PDK’ê xelk terka welat dikin.

Parlementerê YNK’ê Zîkrî Zêbarî derbarê mijarê de got:

Heger dahata petrolê bi awayekî adil bihata belavkirin an jî sazî û mekanîzmayeke cuda hebûya, dê mirovan nedana ser rêya koçberiyê û dê li Kurdistanê bimana.”

Zêbarî, destnîşan kir ku berpirsiyarê vê yekê hikûmeta Herêmî ya Kurdistana Federe ye û got:

“Kesên ne endamên PDK’ê, ne xwedî mafên hemwelatiyê ne. Nikarin mafên xwe bi dest bixin. ev jî sedemeke ku penaberî çê dibe..

Parlementerê YNK’ê Zêbarî bi taybet balkişand ser penaberiya ku hêjmara zêde ji wan ciwanin û ev yek anî ziman:

“Ciwan êdî ji bo pêşerojê bêhêvî ne. Mirov ji hikûmetê bawer nakin. Ji ber ku bêhêvî bûne, dibin penaber.

Back to top button