43 Gundên Til Temir ji ber êriş û bombebaranê bê Kehrebe ne

Rêveberiya Xweser hewl dide pirsgirêka kehrebeyê a 43 gundên bi ser Til Temirê çareser bike.

Piştî artêşa Tirk a dagirker gelek caran êrişî navçeya Til Temirê kir, 4 mehin 43 gund bê kehrebe ne.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê saziyên kehrebeyê di nava liv û tevgerê dene.

Hevserokê navenda kehrebê ya Til Temirê Fehed Semîle got:

“Xeta kehrebe ji bajarokê Mizrî heta bi Zirganê ji xizmetê derket, ji ber hertim ew gund û bi taybet jî xeta kehrebeyê di hedefa dagirkeran de ye.

Me gelek hewldan bi rêya Rûsyayê ji bo sererastkirina xeta kehrebeyê pêk anîn, lê bê encam man.

Ji ber xet nêzî baregeha dewleta Tirk a li gundê Menax e û nêzî komên çeteyan e, ew gund hertim tên topbarankirin.”

Fehed Semîle lêkolîna ku pêşkêşî Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê re eşkere kir û got:

“Ew tora kehrebeyê bi dirêjahiya 9 kîlometre ye. Dê 62 stûn û 5 bircên ji bo kabloyên kehrebeyê werin danîn.”

Back to top button