Çil Axa-Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

Kongra Star ya navçeya Çilaxa bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê bi dirûşma “Em bi hev re zarokatiyê û zarokan biparêzin” şahiyek li dar xist.

Di çarçoveya çalakiyên Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê de Kongra Star a Çil Axa bi sponseriya Rêxistina Stêrk li Parka Şehîdan ji zarokan re şahiyek li dar xist.

Bi dehan ji zarok û endamên Kongra Star beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama rêvebera Rêxistina Stêrk Sebah Fadil axivî û wiha got:

“Armanca me ji lidarxistina van çalakî û şahiyan kêfxweşiyê bixin dilên zarokan, bi taybet di gel rewşa li herêmê û êrişên bênavber.

Endama Kongra Star a Çilaxa Rojîn Hesesn Roja Zarokan a Cîhanê li tevahî zarokên cîhanê, zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zarokên şehîdan pîroz kir û got:

“Dema em kêfxweşiyekê dixin dilên zarokan pir kêfxweş dibin.

Bernameya rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê eşkere bû

Back to top button