Jinên Rojavayî hevpeyvînên xwe yên li Ewropayê didomînin

Şandeyek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xurtkirina dan û standina û vegotina sûcên li Bakur û Rojhilatê sûriyê yên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve berê xwe dan Ewropayê. Li Siwîsrayê gelek hevpeyvîn û panel li darxistin û sûcên li hermê tên kirin vegot.

Şandeya Jinên Rojavayî ji bo aşkerakirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dan û standinên xwe yên li Ewropayê didomîne.

Şande li Swîsreyê hevdîtinan bi gel re pêk tîne û geşedanên li Rojava ji raya giştî re parve dike.

Li kampusa zanîngeha Zurîhê ya Swîsrayê panelek hat li darxistin.

Ji endama Hevbendiyên Demokratîk û Ragihandinê ya Kongra Starê Rûken Ehmed jî tevlî li panelê bû.

Rûken Ehmed der heqê geşedanên li Rojava de agahî dan.

Rûken Ehmed diyar kir ku pêşengên civakê bi hêsanî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê vê tên hedefgirtiin.

Di panelê de hevseroka Komîteya Perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koordînasyona Jinan a Zenûbiya Xewla El Îsa
guhertinên di navbera serdemên Reqaya di bin kontrola DAIŞ’ê û Reqaya ku hate rizgarkirin de anî ziman:

Beriya hatina Kurdan, çeteyên DAIŞ’ê propagandaya ‘Dema Kurd bên wê her kesî bikujin’ dikir, lê berevajî vê yekê min bi saya şoreşê nasnameya xwe ya jinê nas kir.
Niha hîn jî êrişên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dikin û bi taybet dewleta Tirk dike ku van êrişan zêdetir bike.

Dewleta Tirk piştevaniya DAIŞ’ê dike.

Armanca wan ew e ku li herêmê tevliheviyê çêbikin.

Şande wê bi endamên saziyên sivîl ên Swîsreyê û her wiha gelê Kurd ê li Swîsreyê re hevdîtinan pêk bîne û sûcên şerî yên dewleta Tirk a dagirker wekî dosyayekê pêşkêş bike.

Back to top button