Di çarçoveya rêzaçalakiyên 25’ê Mijdarê de HPC -Jin li Kobanê meşek li dar xist.
Jinan diyar kirin ku ewê heta dawiyê li ser pêyan bin û têkoşîna xwe bilind bikin .
Xelkên Reqa, Minbic, Tebqa, Mensûra, Girê Spî û Kobanê beşdar bûn.
Meş ji Qada Jin a Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd vegerî mîtîngê.
Li wir endama rêveber HPC-Jin a navçeya Eyn Îsayê Zehîde Elî axivî û got:
“Îro jin li hemû qadan li berxwe dide, dijmin dixwaze bi riya jin êrîşî li ser me bike lê jina ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêşxistî tu carî berxwedaniya xwe na-sekîne.