Meclisa Îştar ya Mexmûrê starta çalakiyên 25’ê mijdarê da

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Meclisa Îştar bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê danî.

Meclisê bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê da. Meclisê di daxuyaniyê got:

“Heta azadiya jin û civakê emê xwedî têkoşîn bîn û li mîrateyên jinên têkoşer xwedî derbikevin.

Em li ser navê xwe amade ne ku her tiştî bikin.

Em şahidiyê ji dîroka zindî re dikin.

Em komkujiyên ku dewleta Tirk li ser jinên têkoşer weke Hevrîn Xelef û bi dehan jinên têkoşer pêktîne dibînin.

Ev komkujiya bêtehemûliya zilamên desthilatdar jî asta azadiya jinê nîşan dide.

Li ser vê bingehê em weke Meclîsa Îştar ya Wargehê Mexmûrê bi wesîleya roja têkoşîna li hemberî şideta li ser jinê.

Em tundûtîjiya li ser jinê şermezar dikin.

Em dibêjin heta azadiya jin û civakê emê xwedî têkoşîn bîn û li mîrateyên jinên têkoşer xwedî derbikevin.”

Back to top button