Keskîn Bayindir: Divê sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo wê di 18’ê Mijdarê li Gemlîkê meşek bê lidarixtsin .Ji bo beşdariya meşê jî gelek bang tên kirin .Ji bo beşdariya meşê Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterê HEDEP`ê Vezîr Coşkun Parlak axivîn.Kesayetan bang li hemû gelê Kurd û yên cîhanê dikin ku li hemberî vê tecrîdê bê deng nemînin.

Gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APo tevî êriş, û zextan jî çalakiyan li dar dixin.

Di 18’ê mehê de ango sibe dê meşeke girseyî li Gemlîka Bakurê Kurdistanê were lidarxistin.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo û got:

“Sîstema Îmraliyê rastiya hiqûq, demokrasî û mafên mirovan a li Tirkiyê radixe pêş çavan.

Ji bo çareseriya demomkratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan di pozîsyoneke diyarker de ye.

Ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.”

Keskîn Bayindir di nav gotinên xwe de balkişand li ser meşa gemlikê ku wê sibê bê lidarixtsin û got:

“Ji bo tevlîbûna li ‘Meşa Azadiyê’ ya ber bi Gemlîkê me li 122 deveran civîn lidar xistin .

Ev meş ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan, gelekî hêja ye.

Ev ne tenê meseleya Kurdan e. Ev mesele bandorê li her kesî dike. ”

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew vê meşê weke destpêkekê dibînin .

“Li dijî hincetên astengiya hevdîtinan ber bi Gemlîkê ve”

Ji bo heman miajrê, parlamenterê HEDEP`ê Vezîr Coşkun Parlak axivî û got:

“Bi milyonan gelê Kurd û kesên biyanî Rêber Abdullah Ocalan wek îradeya xwe qebûl kiriye.

25 sal e bê navber çalakî ji bo Rêber Abdullah Ocalan tên lidarxistin .

18`ê Mijdarê jî em ê meşa xwe bidin destpêkirin û 19’ê mehê bi slogana `Êdî bes e` em ji bo azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

Wê meş ji 6 baskan ve li Bakurê Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê jî dest pê bike. ”

Vezîr Coşkun Parlak bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku ji bo tevlêbûneke xurt piştgiriyê bidin “Meşa Azadiyê”.

Li navçeyên Stenbolê ji bo meşa Gemlîkê civînên gel

Back to top button