Zozan Çewlîq: Li Zapê qediyan ji aliyê siyasî ve jî wê 14’ê Gulanê biqedin

Endama Fermandariya Biryargeha YJA Starê Zozan Çewlîg diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji aliyê leşkerî ve li Zapê qediya ye û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wê li Enqereyê jî biqede.

Endama Fermandariya Biryargeha YJA Starê Zozan Çewlîg derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û hilbijartinên 14’ê Gulanê de axivî.

Zozan Çewlîg bal kişand tecrîda giran a li ser Rêber Apo û ev tişt anî ziman:

“Sîstema Îmraliyê ku di şexsê Rêber Apo de tê meşandin, bi esasî li dijî civakê bi temamî ye.

Bi taybetî salên dawî tecrîdeke gelekî giran û kûr heye.

Divê siyaseta qirkirinê ya li ser Rêber Apo bê fêhmkirin.

Rêber Apo ji bo me navend e; kiryarên li hemberî wî kiryarên li dijî me, gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ye.

Rewşa Rêber Apo ji bo me hinceta şer e.”

Zozan Çewlîg diyar kir ku ev hilbijartinên bên li darxistin ji bo sibêroja Tirkiyê pir giringe û wiha got:

“Faşîzma Erdogan 20 sal in êşên gelekî giran bi gelê Kurd da kişandin. Ji destpêkê ve siyaseta wan li ser qirkirinê û tunekirina gelê Kurd e.

Bi taybetî li dijî hêzên azadîxwaz, jin û ciwanan metirsiyeke mezine.

Jin û ciwan divê vê rastiyê bibînin û di hilbijartinê de li ber rabin. Ev hilbijartin gelekî girîng e.

Tirkiye wê biryarê li ser faşîzmê yan jî demokrasiyê bide. Divê her kes li gorî vê girîngiyê tevbigere û dengê xwe bide.

Em di wê baweriyê de ne ku bi jinan, ciwanan, Elewiyan, kedkaran, hêzên demokratîk ev hilbijartin wê bi serketina Partiya Çepên Kesk biqede.”

Fermandara YJA-STAR’ê Zozan Çewlîg sedema êrişên qirkirina siyasî û li dijî rojnamevanan jî wiha nirxand.

“Desthilata Faşîst a AKP-MHP’ê ji ber tirsa têkçûyînê xebatkarên çapemeniyê, siyasetmedaran dixin zindanê.

Dibe ku van operasyonên siyasî veguherînin operasyonên komployê yên provakatîf. Di vê mijarê de divê gelê me baldar be.

Ji aliyê leşkerî ve li Zapê qediyan, bi saya gelê me jî wê ji aliyê siyasî ve li Enqereyê biqedin.”

Back to top button