Li Seqizê rewşa 20 xwendekarên bi jehrî ketîn di xeteriyê de ye

Jehrîbûna xwendekaran li bajarê Seqizê rê li ber hêrseke mezin a gel vekir.
Rewşa 20 xwendekarên bi jehrî ketîn, metirsîdar e.
Bi destpêkirina çalakiyên nerazîbûnû re hêzên Îranê bi tundî êrişî gel kir û gule li girseyê reşand.

Mijara jehrîkirina xwendekaran li Îranê hêjî dewame.

Dewleta Îranê ji bo tepesandina serhildanê polîtîkayên xwe yên êrişên bi jehrîkirina xwendekaran didomîne.

Vê carê jî li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistranê xwendekarêm keç bi jerhrî ketin.

Hate ragihandinê ku rewşa zêdeyî 20 xwendekarên bi jehrê ketine di xeteriyê de ye.

Gel li dijî jerhrîkirina xwendekaran çalakî lidarxistin

Piştî êrişê kîmyayî ya li bajarê Seqizê a Rojhilatê Kurdistanê gel bi dirûşmeyên li dijî dewletê xwepêşandanek nerazîbûnê lidar xistin.

Hêzên Îranê jî bi çek êrişî xwepêşandêran kirin.

Lê tevî hemû êrişan jî welatiyên Seqizê çalakî domandin, dirûşmeyên “Bimre Xaminêyî” û dirûşmeyên dijî dewletê berz kirin.

Piştî ku hêzên asayîşê yên Îranê nekarîn pêşî li xwepêşandanan bigirin hêzên taybet ên Îranê li kolanên Seqezê hatin bicih kirin.

Li Azarbaycan û Ûrmiyê jî xwendarar bi jerhî ketin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengav jî hêjmareke zêde a xwendekaran bi jehrî ketine û ew rakirine nexweşxwaneyê.

Her wiha li gorî agahiyan, xwendekarên dibistanên parêzgeha Azerbaycanê û Ûrmiyê bi jehrî ketin.

Welatiyên Seqizê dest bi girevê kirin

Li dijî vê yekê welatiyên Seqizê deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Xwendekaran jî banga zêdekirina xwepêşandanan û çalakiyan kirin.

Zarokek bi jehrê ketî jiyanan xwe ji dest da

Li aliyê din Xwendekarê Kamyaranê yê li Tehranê Karo Paş-abadî di encama jehrîna gaza kîmyewî de jiyana xwe ji dest da.

Karo Paşabadî ku 3 hefte bû li Nexweşxaneya Mîladê di bin tedawiyê de bû, tevî hemû hewildanan jî jiyana xwe ji dest da.

Jehrîkirina xwendekaran li Îranê bi dawî nabe

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku êrîşa kîmyayî ya li ser dibistanên Îranê çend mehin berdewame.

Lê dewleta Îranê heya niha jî nekariye pêşî li van êrişan bigre.

Ev yek jî fikarên dewlet bixwe li dijî xwendekaran êrişan pêk tîne dide avakirin.

Back to top button