Tevgerên “Esaib Ehil El-Heq” û “El-Nucebai”: ji bo şerê Tirkiyê em amade ne

Li dijî destwerdana dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê, duh komên çekdar yên li Iraqê amadehiyên xwe ji bo şerê artêşa Tirk ragihandin.

Tevgera “Esaib Ehil El-Heq” ku aliyeke siyasî ye û baskê wê yê leşkerî jî heye, derbarê gefên Tirkiyê ser herêma Şengalê nerazîbûna xwe nîşan da.

Tevgerê diyar kir ku agahî li cem wan hene ku Tirkiye hewil dide êrîşekê bibe ser Şengalê ku berê bi xwîna şehîdên leheng ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Tevgera “Esaib Ehil El-Heq” teqez kir ku ew amade ne ku bi hêzên leşkerî yên Iraqê re li dijî çi êrîşeke Tirk ku serweriya welêt binpê bike bisekinin.

Her wiha koma leşkerî ya Şî’î ya bi navê “El-Nucebai” bang li Tirkiyê kir ku beriya ti êrîşan ser xaka Iraqê bike, baş hesabê xwe bike.

Duh jî serokê “Hevbendiya El-Fetih” li Iraqê, Hadî El-Amirî derbarê êrîşeke pêkan a Tirkiyê ser Şengalê, bang li hikûmetê kir ku dijî vê hewildanê rabe.

Back to top button