Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran dikin

Li gundewarên Hema û Idlibê, Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan deverên çeteyên delweta Tirk topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, şeva borî hêzên hikumeta Şamê deverên El-Fitîra, Sufuhin, Filêfil, derdora El-Bara, Bênîn başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her weha deverên El-Ziyara û El-Ekawî li Sehil El-Xab kirin hedef.

Ji aliyekî din ve jî, li Idlibê li nêzî sînorê Sûriyêe-Tirkiyê balafirên keşfê digerin, tê payîn ku yên Koalîsyona Navneteweyî ne.

Duh, di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de li derdora gundewarên rojhilatê Idlibê, şerekî dijwar rû da.

Back to top button