Komîteya Dîplomasiyê ya PJAK’ê merasîma bîranîna Qasim Silêman ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku lidarxistina wê merasîmê ya li Hewlêr û Silêmaniyê, bêrêziya li hebûna gelê Kurde.
Komîteya Dîplomasiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) derbarê merasîma bîranînê ya ji bo Qasim Silêmanî ya li Hewlêr û Silêmaniyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya PJAK’ê de hat diyarkirin ku rêdana merasîmên bi vî awayî li dijî yekîtiya netewî ya çar parçeyên Kurdistanê ye û hat gotin:
“Mixabin me di rojên borî de dît li Başûrê Kurdistanê ji bo Qasim Silêmanî merasîma bîranînê hatiye lidarxistin.
Bîranîna kesekî ku sedema kuştin û wêrankirina beşek girîng ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêr û Silêmaniyê ye, bêrêziya li hebûna gelê Kurd û gelên bindest yên Îranê ye.
Di demek ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike û dewleta Îranê Kuştin, êşkence û darvekirina welatiyan de dewam e, lidarxistina bîranînek bi vî awayî, dijberiyek eşkere ya li dijî şoreşa gelane.”
PJAK: Bîranîna Qasim Silêmanî li Başûr tê wateya astengkirina azadiya gelê Kurd
Her wiha PJAK’ê diyar kir ku her Kurdekî azadîxwaz dizane, ev yek bêrêziya li hemberî gelê meye û wiha domand: “Li darxistina merasîmeke bi vî awayî, tê wateya astengkirina pêvajoya rewa ya azadiya gelê Kurd.
Ev jî dûrî rêgezên azadî û pîvanên demokratîk e.”
PJAK: Divê herkes li dijî bêrêziya li hember Kurdan derkeve
Komîteya Dîplomasiyê ya PJAK’ê di dawiyê de bang li hemû azadîxwazan, partî û rêxistinan kir ku helwesta xwe ya li beramberî vê bêrêziyê nîşan bidin.
Qasim Silêmanî ku fermandarê Hêza Qudis ya Supayê pasdarên Îranê li Bexdayê bû, di 3 Çileya 2020’an de di êrişa ezmanî ya Amerîkayê de hat kuştin.