Bi armanca xizmeta şêniyan û pêşkêşkirina alîkariyan, Heyva Sor a Kurd a Dêrikê navendeke tenduristiyê ya rewşên lezgîn vekir.
Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl ên Dêrikê, endamên Heyva Sor a Kurd di vekirina navendê de amade bûn.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cemîle Hemê axivî û diyar kir ku armanc ji vekirina navendê xizmeta şêniyan ne.
Cemîle Hemê diyar kir ku 5 navendên awarte yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî 60 ambulansan hene ku xizmeta şêniyan bi şev û roj bikin.
Cemîle got, navend ji bo xizmeta rewşên şewat, qeza û birîndariyê amade ye.
Dê pergala ambulansan a beşa awarte ya tenduristiyê wek nobedariyan be.
Ew jî dê di navbera 24 peywirdarên ambulansan, çavdêr û bencvanan de be.