Li Silêmaniyê 22 rewşên nû yên Corona hatin tomarkirin

Pêla belavbûna vîrûsa corona li Başûrê Kurdistanê dewam dike û li Silêmaniyê 22 rewşên nû hatin tomarkirin. Li bajarên Amed û Wan ên Bakurê Kurdisatnê rewşên nû hatin tomarkirin û hin gund jî xistin bin çavdêriyê. Her wiha li Îranê jî nêzî 3 hezar kes bi vîrûsê ketin.

Pêla belavbûna vîrûsa corona li Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Wezareta Tendirustiya Herêma Başûrê Kurdistanê herî dawî bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku li Silêmaniyê 22 kesên din bi vîrûsa coronayê ketine.

Ji kesên bi vîrûsê ketine 9 jinin.

Li gorî daxuyaniyê niha li Silêmaniyê 87 kesên bi vîrûsê ketine hene.

Li seranserî Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha 566 kes bi vîrûsê ketine.

Ji vane 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 409 kes rihet bûne.

Li Hewlêrê hêzên leşkerî daketin kolanan

Berdevkê Asayîşa Hewlêrê eşkere kir ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa Coronayê bi pêşengiya Wezareta Hundirîn û Waliyê Hewlêrê hêzên leşkerî li kolanên Hewlêrê hatine bicihkirin.

Ev du roj in li park, kolan û cadayên Hewlêrê hêzên leşkerî hatine bi cih kirin.

2 gundên Wanê xistin bin çavdêriyê

Li Navçeya Elbakê ya Wanê, piştî ku bi 2 kesan re vîrûsa corona derket, 2 gund xistin bin çavdêryê.

Ketin û derketina herdu gundan heta demeke ne diyar hat qedexekirin.

Li Amedê jî, 17 karker bi coronayê ketin û li Bismilê jî gundek xistin bin çavdêriyê..

“Li girtîgeha Sîlîvrî, nexweş zêde û tedbîr kêm in”

Parêzvanên mafên mirovan, malbatên girtiyan û hiqûqnasan li ser Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kir.

Di raporê de hat ragihandin ku li girtîgehê zêdeyî 100 nexweşên bi vîrûsê ketine hene, lê tevdîr kêm in.

Di raporê de hat xwestin kelûpelên paqijiyê radestî girtiyan bên kirin, bi têrkerî paqijî bê kirin, girtiyên nexweş, extiyar, bi zarok û ducanî bên berdan,

Li Îranê nêzî 3 hezar kes bi vîrûsê ketin

Li Îranê jî rojane jimara pêketiyên vîrûsê zêde dibe.

Li gorî daneyên herî dawî ku desthilata Îranê belav kirine, di nava 24 saetên dawî de li Îranê 2 hezar û 819 kesên din bi vîrûsê ketine û 50 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî heta niha li Îranê 146 hezar û 668 kes bi vîrûsa coronayê ketine û 7 hezar û 677 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button