Pêketiyên Corona nêzî 6 milyonan dibe

Belvbûna vîrûsa corona li seransrî cîhanê dewam dike. Welatên herî zêde bandor bûne jî Rûsya û Amerîkaye. Herî dawî li Hindistanê di rojekê de 7 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketin.

Pêketiyên corona nêzî 6 milyonan dibe û ya miriyan jî 360 hezar kes e.

Tevî ku li Rûsya û Amerîka daneyên bilind tên tomar kirin, hikumet dest bi sivikirina tevdîrên li malê bimînin dike.

Li Brazîlya 26 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketin

Li Amerîkaya Latîn herî zêde Brezîlaya ji coronayê bandor bûye.

Tenê di 24 seatan de 26 hezar û 417 kes bi vîrûsê ketin û hezar û 156 kes jî mirine.

Hindistan di jimara qurbanan de Çînê derbas kir

Ji bili ku jimara xizanên li Hindistanê bilinde, îro hat diyar kirin ku di 24 seatan de nêzî 8 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Li alîkî din tevî ku hinek welatan daneyên herî bilind tomar dike, Çînê îro ragihand ku di 24 seatên dawî de ti rewşên pêketina vîrûsê nehatiye tomar kriin.

Cezayîr nerderketina derve dirêj kir

Cezayîr jî di çarçoveya tevdîran de qedexeya nederketina derve de heya 2 hefteyan dirêj kir.

Back to top button