Meclisa Sivîl a Minbicê ev êrişa reşkujiyê bi tundî şermezar kir û daxwaza pêkanîna edaletê kir.
18’ê Çileyê li bajarê Kerkûk yê başûrê Kurdistanê li dijî jina têkoşer û şoreşger Firyal Xalid êrişeke reşkujiyê pêk hat.
Di êrişê de, Firyal Xalid binasnav Zelal Zagors şehîd bû.
Piştî bûyerê lêkolê hate destpêkirin û di encamê de du kesên gumanbar hatin binçavkirin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan a Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê her du kesan de agahî dan Rojnewsê û got:
“Lêkolîn di qonaxeke baş de ye, dosya her du kesên binçavkirî niha li ber destê Îstîxbarata Dijî Terorê ye.”
Meclisa Sivîl a Minbicê êrişa li ser şehîd Zelal Zagros şermezar kirin
Li aliyekî din jî bertekên li dijî êrişê jî berfihre dibin.
Meclisa Sivîl a Minbicê bi armanca şermezarkirina şehîdkirina Zelal Zagros daxuyaniyek da.
Meclisê diyarkir ku şehîd Zelal di qonaxa herî girîng û hestyar de derbasî Minbicê bû û kedeke mezin tev hevrêyên xwe da, da ku jin rola xwe di şoreşê de bilîzin.
Meclisê got: 2″Şehîd Zelal roleke sereke di damezirandina meclisên sivîl û komînan de cih de lîst.”
Di dawiyê de soza tolhildana pêşengên jin ên ku ji aliyê pergalên zordest ve hatin armancgirtin hate dayîn û ev bang hate kirin:
“Ji bo xwedîderketina li keda şehîd Zelal û bi hezaran şehîdên wekî wê divê em dengê xwe bi hev re bilind bikin û armancên wan pêk bînin.
Her wiha bang li civata navnetewî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo vî sûcê qirêj dest bi lêpirsînê bikin û sûcdaran ceza bikin.”