Li PE konferansa Kurd: Peymana Lozanê û encamên wê

Di roja duyemîn a Konferansa Kurd a li PE tê lidarxistin de, Peymana Lozanê û encamên wê hatin nirxandin.
Encamên Peymana Lozanê weke ‘felaket’ hate penase kirin û hate gotin: “Kurd li hemberî cîhana rojava şer nakin, ji bo azadiya xwe têdikoşin.”
Her wiha li dijî hevkariya dewletên YE ya bi rejîma Tirkiyê re, nerazîbûnek tund hat nîşandan.

Konferansa Netewî ya 18. a Kurd li Parlamentoya Ewropayê tê lidarxisitn, di roja duyem de ye.

Îro encamên Peymana Lozanê û hevkariya sûc a Ewropa bi Enqereyê re hatin nirxandin.

Ji Zanîngeha Zurîchê Hans-Lûkas Kîeser bi sernavê “Peymana Lozanê: Dîrok û Dewamiya Siyasî” pêşkêşiyek kir.

“Encamên peymana Lozanê bû felaketek”

Kîeser encamên Peymana Lozanê weke ‘felaket’ nirxand û anî ziman mafên civakên xwecihî di vê demê de hatin avêtin.

Kîeser bi nîşandana nexşeyekê bal kişand ser polîtîkayên guhertina demografiya li Kurdistan û Tirkiyê û wiha got:

“Bi rêya Peymana Lozanê projeya Anatoliyê ya pirrengî hate avêtin; profîleke Tirkiyê ya navendîperest û neteweperest hate afirandin.”

“Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşin”

Ji Zanîngeha Bîelefeldê Jan Yasîn Sûnca jî destnîşan kir pirsgirêka Kurd di heman demê de meseleyeke navneteweyî ye û got:

“Kurd li hemberî cîhana rojava şer nakin, ji bo azadiya xwe têdikoşin.”

“Di kodên dewleta Tirkiyê de neçareserî, bêçareserî heye”

Rojnamevan Amed Dîcle jî bi sernavê “Ewropa û Pirsgirêka Kurd’ panelek pêşkeş kir.

Amed Dîcle bal kişande li ser pozîsyona Kurdan a di şerê navxweyî yê Sûriyê de û ev tişt anî ziman:

“Peymana Rojava yanî Destûra Bingehîn a Rojava tiştekî welê ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de nehatiye dîtin.

Ji bo gelan, ji bo demokrasiyê pêşnûmeyek ji vê baştir nîne.”

Li dijî hevkariya sûc a Ewropa bi Enqereyê re nerazîbûna tund

Her wiha di konferansê de nerazîbûn li dijî hevkariya sûc a dewletên Yekîtiya Ewropayê ya bi dewleta Tirk re jî hat nîşandan.

Beşdaran diyar kirin Tirkiye qirkirina li herêmên Kurdan didomîne û hemû welatên Rojava jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên van sûcan.

Asya Abdullah: Her ku diçe xeterî mezin dibe

Li wir Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, êrîşên dewleta Tirk bibîr xist û wiha axivî:

“Bi koçberkirina bi darê zorê û polîtîkayên qirkirinê dixwazin demografiyê biguherînin.

Rewşa îro gelek xeternake û her ku diçe xeterî mezin dibe.”

Asya Abdullah, destnîşan kir ku hêzên navneteweyî jî bi firotina çekan hevparê şerê dewleta Tirk a li Kurdistanê ne û ev bang kir:

“Li dijî qirkirina li ser gelê Kurd û gelên herêmê helwesteke xurt nîşan bidin.”

Back to top button