Konferansa Navnetewî ya 18. a YE, Tirkiye û Kurdan despê kir

Konferansa Navneteweyî 18. a Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan ku dê li Parlamentoya Ewropayê tê lidarxistin.
Tecrîda li Îmraliyê jî yek ji mijara sereke ya niqaşên li konferansê ye.

Konferans ji aliyê Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê (EUTCC) ya Yekitiya Ewropayê (YE) ve tê organîzekirin.

Konferans wê du rojan bidome.

Di roja despêkê a konferansê de wê bi sernavê “Piştî hilbijartinê Tirkiye” panelek bê lidarxistin.

Moderatoriya panelê wê Ayça Çubukçu bike.

Di roja duyemîn de wê têkildarî sedsaliya Peymana Lozanê panelek bê lidarxistin.

Dê di panelê de peyman ji hêla dîrokî û siyasî ve bê nirxandin.

Hans-Lukas Kieser û Brando Benifei dê di vê mijarê de de nîqaşan bikin.

Piştre jî dê panela “Serdema derbasbûnê ya siyaseta cîhanê” bê lidarxistin.

Di panelê de dê qirkirina hawirdorê, guherîna avhewayê û dînamîkên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin

Di panela bi sernavê “Aştiya Mayînde: Bilindkirina dengan” de wê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê Apo 25 sal in li wir di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û mercên girtîgehê bên nîqaşkirin.

Back to top button