Hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir

Li Sûriyê ji ber aloziya aborî û siyasteyên hikumeta Şamê barê welatiyan girantir dibe.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir.
Li Helebê hikumeta Şamê siyasetên birçkirinê dewam dike.
Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Emîn diyar kir ku eger dopêçkirin dewam bike dê felaketek rû bide.

Li Sûriyê aloziyek aborî ya giran serwer e.

Her dolarek Amerîkî nêzîka 15 hezar leyreyên Sûrî bûye.

Lîreya Sûriyeyê her ku diçe nirxê xwe winda dike.

Di encamê de nirxê kel û pelan û pêwîstiyên sereke yên jiyanê bilind dibin.

Bi teybet li herêmên hikumeta Şamê welatî bi zehemtî derba xwe dikin.

Çimkî nixê her tiştî bilind bibe lê mûçeyên karmendên hikumetê wekî xwe dimîne.

Ya ku vê rewşê aloztir dike jî siyaset û biryarên hikumeta Şamê ne.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir.

Serokê şaxê Şamê ya Sendîkaya Dermanxaneyan Hesen Dêrewan ji rojnameya El Weten a hikumeta Şamê re der barê buhabûna nirxê dermanan axivî.

Hesen Dêrewan got:

“Rêjeya bilindkirina dermanan li gorî lîsteya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ye û rêjeya wan di navbera 70 heta 100 ji sedî ye.”

Lê kêlek wê jî Hikumeta Şamê barê li ser welatiyan paşguh kir.

Back to top button