Hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê didomîne.
Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Emîn hişyarî da û got: “Heger dorpêç dewam kir dê felaketek rû bide.”
Mihemed Emîn destnîşan kir ku ji ber dorpêçê karên xizmetguzarî hatin rawestandin û got:
“Eger hin pirsgirêkên xizmetguzarî nehatin çareserkirin dê bi karesetan encam bidin.”
Li gor Mihmed Emîn ambargoya ji aliyê Şam û dewleta Tirk a dagirker ve çêkirî û plankirî ye.
Têkildarî qadên ku ambargo bandor li wan kirine Mihemed Emîn got:
“Tevahî sektorên pêwîstiya wan bi sotemenî û sererastkirinê heye vê dorpêçê bandor bûne.”
Emîn destîşan kir ku mazota embarkirî tê bikaranîn û ew ê jî di demeke nêzîk de biqede.
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê Şehba li beramberî karesetekî mirovî ye