Jeffrey berî qedandina erkdariya wî têkiliya xwe bi Tirkiyê re xurttir dike

Nûnerê Taybet ê DYA bo Sûriye James Jeffrey da zanîn ku eger Turmp an Biedn bi ser bikeve, wê siyaseta wan der barê Sûriyê de, neyê guhertin.

Li gorî James Jeffrey, piştî hilbijartina wê ti guhertin li ser hebûna wan li Sûriyê çênebe û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û cezayên aborî wê berdewam bikin.

Nûnerê Amerîkî got:

Em dixwazin bingeheke me li Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî DAIŞê hebe û ev yek pêwîstiya wî bi hevkarên herêmî hene, ew jî QSD û Rêveberiya Xweser in.

Jeffrey yê ji hêla gelek aliyan ve weke alîgirê Tirkiyê tê naskirin, idia dike ku welatê wî, hewl dide hebûna kadroyên PKK’ê li Sûriyê bi dawî bike û dibêje ew ji bo vê yekê jî bi Tirkan re di nava lihevkirin û koordîneyeke xurt de ne.

Ji vê diyar e, rasterast James Jeffrey rewabûnê dide êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û berî hilbijratinên Amerîkayê biqedin, dixwaze têkiliya xwe bi Tirkiyê re xurttir bike.

Back to top button