Macron: Em şerê Îslamê nakin, em şerê tundrewan dikin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku şerê wan ne li dijî Islamê ye, lê li dijî tundrewan e.

Macron di gortareke xwe li gel Rojnameya Financial Times de diyar kir ku ew dixwazin têkoşîna tarîtî û radîkaliya hişik, ne ya Îslamê bikin.

Macron got:

Em qebûl nakin bê gotin ku Fransa nijadperstiyê li hemberî Misilmanan dike.

Li gorî Serokkomarê Fransayê, li hin derveran û di malperên civakî de komên radîkal ên Îslamî, welatiyan li dijî qanûn û komara Fransayê sor dikin.

Jixwe, pir balkêş e ku ev demek e serokkomarê Tirkiyê Erdogan propagandaya vê terorê li giştî cîhanê dike û tundrewan gur dike.

Back to top button