Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya: Vebijêrka me berxwedan û hevgirtin e

Derbarê êrîşê dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya wiha gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide zextê li gelê herêmê bike û wan bide koçberkirin.”

Derbarê êrîşê dewleta tirk ên li ser herêmê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya axivîn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kînana El Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide zextê li gelê herêmê bike.

Kînana El Ebdo destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê li dijî van êrişên hovane hevgirtî ne.

Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Zerîfe El Seyid jî da zanîn ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî wan dimeşîne, da ku herêm ji şêniyên wê vala bike.

Endama Komîteya Edaleta Civakî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Helal El Elyan jî eşkere kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî her gef û êrişan di nava têkoşînê de ne.

Back to top button