Ji ber bombebaranên Tirkiyê welatiyên başûr şehîd dikevin PDK bêdeng e.
Di bombebarana Tirkiyeyê de pêşmergeyek li nahiyeya Bamernê ya Amediyê şehîd bû.
Doh sibê balafirên şer yên Artêşa Tirk a dagirker, bajarokê Bamernê ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.
Pêşmergeyê bi navê Elî Cemîl ê 44 salî, Xelkê Batîfayê ye û çûye Bamernê û rastî bombebarana Tirkiyeyê hatiye û şehîd bû.
Xelkê Bamernê ku ji ber bombebaran û topbarana Tirkiyeyê bêzar bûne û dibêje ti kes dengê wan nake û vê mijarê çareser nake.
Metîn Sedîq ê 23 salî jî birîndar bûye û ew xelkê Bamerê ye.
Niha li nexweşxaneya Hawarçûnê ya Dihokê tê dermankirin
Li gorî gotina malbata ew ji bo çêkirina coyê çûye wê derê.



