Li bajarê Marsilaya yê Fransayê qedexeya li ser PKK’ê hat şermezarkirin

Li Marsîlyayê bi boneya 30’emîn salvegera qedexeya li ser PKK’ê ku bingeha sereke ya krîmînalîzekirina Kurdan a li Almanyayê ye çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi meşekê qedexeya li ser PKK’ê hat şermezarkirin.

Girseya ku polîsan destûr neda û 4 saetan li ber hewaya sar hatin rawestandin jî di meşê de israr kirin û heta Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê meşiyan.

Girseyê pankarta mezin a “PKK gel e gel li vir e” hildan û bi alên “PKK-1978”, poster, afîş û pankartên dewlemend meşiyan.

Meşa ku heta ber nûnertiyê dewam kir, li vir bi mîtîngekê bi dawî bû.

Coni Ledesma: Divê her kes ji bo PKK’ê bikeve nava tevgerê

Back to top button