Îstîxbarata Japonyayê PKK’ê ji nav lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist

Rastiya têkoşîna PKK’ê a mafdar êdî ji aliyê hêzên navneteweyî ve jî tê dîtin û qebûl kirin.
Dezgeha Îstixbarata Navxweyî ya Japonyayê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist.

Di encama zextên dewleta Tirk a dagirker de, di salên borî de Dezgeha Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê-PSIA PKK’ê xistibû lîsteya rêxistinên qedexe.

Lê îstîxbarata Japonyayê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji lîsteya rêxistinên qedexe derxist.

Di lîsteya PSIA de rêxistinên weke El Qaîde û DAIŞ jî di nav de gelek rêxistinên din cihê xwe digre.

PKK heta 17’ê Çileyê jî di lîsteya îstîxbarata Japonyayê de di nava rêxistinên qedexekirî de bû.

Di malpera Îstîxbarata Japonya ku hatiye nûkirin de hat dîtin ku PKK ne di nav lîsteyê deye.

Li gorî nûkirina malperê PKK hem di lîsteya ‘rêxistinên mezin’ û hem jî di nava ‘rêxistinên qedexekirî yên cîhanê de’ cih ne-girt.

Bi vî awayî Îstîxbarata Japonyayê PKK ji nav lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist.

Back to top button