Civîna salane ya Rêveberiya Xweser bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû

Civîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya salane ku 2 rojan dewam kir bi dawî bû.

Di civînê de tevî nirxandina xebata sala borî, pilansaziya xebatê ya sala 2020’an jî hat eşkerekirin.

Civîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li bajarê Reqayê 2 rojan dewam kir û xebatên sala 2019’an hate nirxandin îro bi encannameyê bi dawî bû.

Di civînê de her weha rêbazên çareserkirina pirsgirêkên heyî, başkirina rewşa jiyanî ya şêniyan û plansaziya sala 2020’an jî hate niqaşkirin.

Tevî vê yekê di civînê de rewşa herêmê ya siyasî, leşkerî û xebatên rêveberiya xweser jî hatin nirxandin.

Encamnameya civînê îro bi daxuyaniyekê çapameniyê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di sala 2019’an de hêzên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê têk birin û girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan niha weke topek ji agir in û ev rewş ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin çêdike.

Di encamnameyê de encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi daneyan hate eşkerekirin.

Li gorî daneyan, ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker zêdetirî 300 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn, 352 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan û hezar û 521 kes birîndar bûn, 510 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 422 şervan birîndar bûn, 34 şervan çarenûsa wan ne diyar e û 22 şervan jî ji aliyê artêşa tirk ve hatin girtin.

Her weha di encamnameyê de plansaziya sala 2020’an jî hate diyarkirin û ji bo pêşxistina binesaziya herêmê, başkirina xebatên xizmetguzariyê proje hatin danîn.

Ji projeyên hatine eşkerekirin, yên sereke weha ne:

* Erka parastinê ji bo rêveberiya xweser û sivîl bibe, karekî sereke û ji bo vê yekê xebatên Erka Xweparastinê were rêxistinkirin.

* Girîngîdayîna projeyên binêsazî, xizmetguzarî, perwerde, tenduristî, aborî û çandî.

* Ji bo jinan pêşxistina projeyan.

* Rewşa kampên penaberan were başkirin û bi armanca vegara cih û warê wan xebat were meşandin.

Leave a Reply

Back to top button