Li Îranê xwendekar li dijî rejîmê dîsa daketin qadan

Xwepêşandanên Îranê yên ku ji bo xistina balafira Ukraynayê destpêkiribûn dewam dikin. Bi hezaran kes îro careke din li Tehranê kom bûn û ji ber xistina balafirê rejîma Îranê şermezar kirin.

Piraniya Xwepêşandêran xwenekarên Zanîngeha Tehranê bûn.

Xwepêşandêran bê navber sloganên “Nûnerên me kuştin û ew bi oldaran guhertin” gotin.

Berdevkê dadweriya Iranê Xulam Hisên Ismailî ragihand ku hêzên rejîma Îranê nêzî 30 xwepêşandêr girtine.

Piştî ku rejîma Îranê li xwe mikûr hatibû ku balafira rêwiyan ya Ukraynayê ku piraniya wan Îranî 176 kes tê de bûn, bi şaşitî bi moşekan xistiye xwarê, ev 4 rojin ji bo şermezarkirinê xwepêşandan tên lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button