Emmanuel Macron: Em ê 220 leşkerên din bişînin efîkaya rojava

Piştî Amerîka ragihand ku ew ê hêza xwe li Efîkaya Rojava kêm bike, îro Fransa ragihand ku wê bi sedan leşkerên xwe bişîne herêmê.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi serokên welatên Morîtanya, Malî, Bûrkîna Faso, Nîjer û Çadê re civiya û dazanîn ku ji bo Operasyona Barkhaneyê wê leşkeran bişîne herêmê.

Fransayê diyar kir ku berê 4 hezar û 500 leşkerên wan li wir bû û ew ê 220 leşkerên din jî bişînin.

Piştî civînê Macron anî ziman ku li herêma Çola Sahelê têkoşîna li dijî rêxistinên çeteyên Îslamîst wê bidome.

Di sala 2013’an de çeteyên El Qaîdeyê bakurê Maliyê kontrol kiribû û Fransayê jî leşkerên xwe şandibû herêmê.

Fransa diyar dike ku ew li hemberî çeteyên Boko Haram û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê ji bo ‘piştgiriya’ welatên din li herêmê ye.

Di vê pêvajoyê de heta niha 41 leşkerên Fransayê li herêmê hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button