Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê ji bo şagirtên seretayî mîhrîcaneke çand û hunerê ya bi navê “Mîhrîcana Yasmîn a Aştiyê” lidarxist.
Mîhrîcana çandî li gundê El-Farat yê li bakurê rojavayê bajêr hat lidarxistin.
Tevî nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê girseyeke qelabalix beşdarî mîhrîcanê bû.
Di destpêka mîhrîcanê weke sembola aştiyê kevokên spî hatin berdan.
Piştre li ser navê Rêveberiya Minbicê cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Cuma Heyder axivî û diyar kir ku mamoste avakerên pêşerojê ne.
Bi navê Rêveberiya Dibistana El-Farat jî, Ebdulrehnman Casimû bal kişand ser rola mamosteyan ya di civakê de kir.
Piştî axaftinan, şano, çalakiyên werzîşê, dîlan, stran, mûzîk û helbest hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya mîhrecanê de Komîteya Perwerde xelat pêşkêşî şagirtan kir û spasname da Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Navenda Jineolojiyê.