Şêniyên gundên Zirganê û gundewarên Til Temirê piştî salan vedigerin malên xwe.
Tevî şert û mercên dijwar li herêmê, Koçber vedigerin gundên xwe yên wêrankirî û hewl didin wan ji nû ve ava bikin.
Wêraniya mezin a ku li çend gundan de hatiye kirin hîn jî ji bo vegera bi hezaran koçberan astengiyeke mezin e.
Bi dehan mal û binesaziyên gundan bi awayên cuda wêran bûye, hin xanî bi tevahî wêran bûne û ne guncaw e ku mirov lê bijîn, ev yek rê li ber vegera xwediyên wan digire.
Şêniyên ku vedigerin ji ber kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn, bi taybet elektrîk û avê, êşê dikişînin, ji ber ku torên avê wêran bûne.
Rê û dezgehên xizmetguzariyê jî xerab bûne.
Ji bo ji nû ve avakirinê û çareserkirina encamên wêraniyê tu bernameyeke diyar tune ye.
Ev dîmenên wêraniya li çend gundên bajarokê Zirganê ne, ji aliyê ajansa Hawarê ve hatine kişandin.
Koçberan bang li rayedarên têkildar ên hikumeta demkî û rêxistinên navneteweyî kir ku beramber zirara ku li mal û gundên wan hatiye kirin, alîkariya darayî bidin wan.



