Rûsya: heta gihiştina tifaqekê li Lîbyayê wê xebata me bidome

by ehmad aseed
84 views

Rûsya ragihand ku wê danûstandinên di navbera aliyên Lîbyayê de bidome.

Rusyayê diyar kir ku di hevdîtinên Moskovayê de aliyên Lîbyayê li ser rawestandina şer heta demeke ne diyar li hev kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê hevdîtinên li Moskovayê de diyar kir ku heta ku her du alî li hev bikin, wê agirbesta ku hatiye ragihandin dewam bike.

Wezateta Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku heta ku aliyên şer yên Libyayê bihihêjin tifaqekê wê hewldanên xwe bidomînin.

Wezîrê Parastinê ya Rûsyayê Sergey Shoygu jî anî ziman ku Xelîfe Hefter bi erênî nêzî agirbestê bû û wê di nav 2 rojên de vê mijarê bi hevalbendên xwe re nîqaş bike.

Bi armanca çareseriya giştî ya Lîbyayê, duh serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac bi pêşengiya Rûsyayê li Moskovayê rûniştibûn.

Hevdîtinek yekser navbera Hefter û Serac de pêk nehat û ti lihevkirinek jî navbera wan de çênebû.

Ji aliyê din ve, hikûmeta Almanya ragihand ji bo çareseriya aloziya li Lîbyayê wê 19’ê Çilê li Berlînê bi pêşengiya Netewên Yekbûyî lûtkeyek pêk were.

Li gorî Almanya wê di lûtkeyê de tevî aliyên Lîbyayê wê Rûsya, Amerîka, Çîn, Brîtanya, Îtalya, Fransa, Tirkiye, Misir, Cezair, Mîmarat û Kûngo jî beşdar bibin.