Li Moskovayê berpirsên Tirkiyê, Rêjîma Sûrî û Rûsya civiyan

Dewleta Tirk ku heta niha digot ku ew bi rejîma Sûrî re rûnane, li Moskovayê bi rayedarên rejîmê re rûnişt.

Rêjîma Sûriyê û Dewleta Tirk û Rûsyayê li Moskovayê civîneke sêalî pêk anî.

Ajansa fermî ya Rêjîma Sûrî SANA’yê ragihand ku, Serokê Buroya Ewlehiya Netewî Elî Memlûk û ji Tirkiyê jî serokê saziya Îstîxbaratê Hakan Fîdan hatin gel hev.

Li gorî agahiyan, hin rayedarên Rûsyayê jî tevlî civînê bûne û mijarên Rojavayê Kurdistanê, Idlib, vekirina rêya Heleb-Laziqiyê û Heleb- Hema hatiye gotibûbêjkirin.

Ajansê diyar kir ku rêjîmê ji dewleta Tirk xwest ku “rêzê ji serweriya Sûriyê re bigire û dimildest ji tevahî xaka Sûriyê vekişe.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî der barê civîna sê alî de ji çapemeniyê re axivî.

Hulusi Akar idîa kir ku ev hevdîtin bi armanca parastina berjewendiyên Tirkiyê û pêkanîna aştiya li herêmê, bi taybet jî ya li Idlib û Lîbyayê pêk hatiye.

Serokwezîrê Tirk Erdogan piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ku di 2011’an de dest pê kiribû ji bo Esed peyva “terorîst” bikaranîbû û xwestibû ku desthilatdariya wî bi dawî bibe.

Cara yekem e ku dewleta Tirk û rejîma Sûrî bi awayekî eşkere tenê cem hev.

Leave a Reply

Back to top button