Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li Kampa Holê ku jinên DAIŞ’î lê dimînin, îro bûyereke din a kuştinê pêk hat. Hêzên Ewlekariyê li kampê cenazeyê jineke din dîtin.

Hêzên Ewlekariyê yê Kampa Holê, li beşa taybet a kampê ku jinên DAIŞ’î yên biyanî dimînin, cenazeyê jinekî dîtin.

Nasnameya jina ku hate kuştin nehate zanîn.

Di wêneyekî ku hate bidestxistin de şopên lêdan û îşkenceyê li ser ser û bedena jina kuştî hate dîtin.

Hêzên Ewlekariyê yên kampê diyar kirin ku ji bo lêkolînê cenaze şandine Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê û heta ku sûcdar diyar bibin, wê lêkolînê bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close