Dewleta tirk a dagirker di her fersendê de hewil dide li Bakûrê Sûrî herêmên ku dagir kirine berfireh bike.
QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêmên Eyn Îsayê ragihand û diyar kir ku dewleta Tirk li Eyn Îsayê dîsa herêmên ku sivîl lê dijîn bi çekên giran topbaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êncamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên 24 saetên dawî parve kir.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê:
Artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê li herêma Eyn Îsa û li ser rêya M4 tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam kirin.
Bi çekên giran êrîşî gundên Bîr Kîno, Genteriyê, Kefîfa, Tirwaziyê û herêmên li derdora rêya M4 kirin.
Her weha bi çekên giran û tankan zêdetirî 30 caran êrîş birin ser gundên Xirbit Baqer, Mitmeşrîc û Xafiya.
Ji ber êrîşan zevî û milkên sivîlan ziyan dîtin.
Ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker 17’ê Cotmehê ve bi kamyonan genimê depoyên Şergirakê talan dike.
Di 3 rojên dawiyê de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê piranî genimê di embarên genim de talan kirin.
Li gundê Mişêrfa yê Amûdê
Mayîna çeteyan bi wan de teqiya û 3 çete mirin
QSD’ê diyar kir ku li gundê Mişêrfê ya Amûdê jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker dema amadekariya êrîşan dikirin, alavên teqemeniya wan bi wan de teqiya.
QSD’ê da zanîn ku teqînê de herî kêm 3 çete mirin û hin çete jî birîndar bûn.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker
QSD: Artêşa Tirk gundên Bakurê Çil Axa topbaran kir
Her wiha QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk dagirker bi çekên giran gundên Etebê û Dêrna Axê yên bakurê Çil Axa topbaran kirin.
Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin milkên şêniyan.



