Şêniyên taxa Zorava girtina mala gel bi çalakiyekê şermezar kirin

Li dijî girtina mala gel a li taxa Zorava ya Şamê şêniyên taxê çalakiyek li darxistin.
Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyekê ev zextên rejîmê şermezar kir.

Rejîma Sûriyê duh Mala Gel a taxa Zorava ya Şamê girt.

Ji bo şermezarkirina vê buyerê, şêniyên taxê li pêşiya Mala Gel çalakiyek li darxistin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku heta niha hêzên rejîmê ji bo girtina Mala Gel ti sedem nîşan nedane û tenê dibêjin ku bi daxwaza Buroya Ewlehiya Neteweyî Mala Gel hatiye girtin.

Girtina mala gel a taxa Zorava
Rêveberiya jinan a Reqayê şermezar kir

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyeke girseyî girtina Mala Gel a Taxa Zorava ya li Şamê şermezar kir.

Endama Rêveberiya Jinan Sewsen El-Xelef daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ev zextên rejîma Sûrî zirarê dide niştimaniya Sûriyê ya azad û fitneyê belav dike.

Sewsen El-Xelef anî ku mala gel hemû endamên gelê Sûriyê digirtin nava xwe û bang li rêveberiya Şamê kir ku dev ji van hewldanan berde.

Leave a Reply

Back to top button