HPG: Li Zap û Xakurkê 6 leşkerên arteşa Tirk a dagirker hatin cezakirin

Li herêmên Zap û Xakurkê 6 leşkerên din ên arteşa Tirk a dagirker ji aliyê gerîlayn ve hatin cezakirin.

Têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên arteşa Tirk Navenda ragihandin û çapemenî ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

26’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Amediyê 3 dagirker bi taktîka sekvaniyê hatin cezakirin.

Li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê jî droneyeke bombebarkirî ya dagirkeran, li hewa hate bêkêrkirin.

Her wiha 27’ê Mijdarê li herêma Xakûrkê jî gerîlayan bi çekên giran derb li leşkerên arteşa Tirk dan.

Di çalakiya li vir de jî çeperek hate îmhakirin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

HPG’ê derbarê êrişên dagirkeriyê Tirk de jî dawiyê agahî dan û got:

26’ê Mijdarê li herêma Metîna û Zapê carekê bi droneyeke bombebarkirî û 4 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Li Metînayê operasyona şoreşgerî: 18 Dagirker hatin cezakirin

Back to top button