Li Metînayê operasyona şoreşgerî: 18 Dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê cejna vejînê a gelê Kurd bi operasyona şoreşgerî pîroz kirin.
Li herêma Metîna hêzên gerîla ji 5 aliyan ve li arteşa Tirk a dagirker dan û 18 leşker hatin kuştin.
HPG diyar kir ku hêzên gerîla bi çalakiyên şoreşgerî dikeve sala 46’an a PKK’ê û got:
Gerîla bi operasyonên şoreşgerî meşa destanî ya nîv sedsalê ya PKK’ê bi ruhê fedayî têkoşînê geş dikin.

Gerîlayên HPG-YJA Starê salvegera damezrandina PKK’ê bi çalakiyan pêşwazî kirin.

Di vê çarçoveyê de li herêma Metînayê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed hat lida xistin.

Di çalakiyên gerîla ên li dijî arteşa Tirk a dagirker de 18 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser operasyona şoreşgerî daxuyaniyek da.

HPG: Gerîla bi çalakiyên şoreşgerî dikeve sala 46’an a PKK’ê

HPG diyar kir ku hêzên gerîla bi çalakiyên şoreşgerî dikeve sala 46’an a PKK’ê û wiha hate gotin:

Gerîlayên me bi operasyonên şoreşgerî meşa destanî ya nîv sedsalê ya PKK’ê bi ruhê fedayî têkoşînê geş dikin. Bi ruhê fedayî yê Apoyî, taktîkên dewlemend û bi tarzê meşa ber bi serkeftinê ve derbeyên giran li artêşa dagirker dixe.

Ji gerîla operasyona şoreşgerî ya şehîd Leyla Sorxwîn Amed

Li gorî daxuyaniyê:

26’ê Mijdarê li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel yê Metînayê, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed hate lidarxistin.

HPG: Li Metîna 18 leşker hatin cezakirin

Gerîla li wir çûn ser cenzayê 12 dagirkeran.

HPG’ê diyarkir ku dagirkerên ku dixwestin ber bi hêzên wan ve werin, bi çalakiyên bandor li wan hatiye xistin.

Di çalakiyê de, 6 dagirker hatin cezakirin. Li wir gelek çek û cebilxane ketin destê gerîla.

HPG: Artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe vedişêre

HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe vedişêre û got:

Medyaya şerê taybet tenê 3 windahiyên xwe îtîraf kirin.

Lê hêzên me eşkere kirin bi giştî 18 dagirker hatine cezakirin.”

HPG anî ziman Operasyona Şoreşgerî ji bo bîranîna hevrê Baran Çirav, Binevş Vejîn û Amed Avesta ku 26’ê Mijdara 2022’an a li Metînayê şehîd bûbûn, hate lidarxistin.

HPG: Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin

Bi domdarî HPG da zanîn li herêma Zapê jî li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyên wan hebûn û di encamê de li wir jî 2 leşkerên tirk ên dagirker hatine cezakirin.

Qadên gerîla 11 caran bi çekên qedexe û balafirên şer hatin bombekirin

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê di dawiyê de ev agahî dan:

24, 25 û 26’ê Mijdarê herêmên Zap, Metîna û Xakurkê, Garê 4 caran bi dronên bombebarkirî û gazên kîmyewî û 9 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Back to top button