“Bi hevre dagirkeriyê dawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin”

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi dirûşma “Bi hev re dagirkeriyê tune bikin û guhertina demokratîk li Sûriyê pêk bînin” panelek li dar xist.
Geşedanên siyasî yên xwecih, herêmî, têkoşîna jinan û rola wan hatin nîqaşkirin.

Panele diyalogê li navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar ket.

Destpêkê berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Kejwan got:

Kirîza Sûriyê 12 sal derbas kiriye û hîna career nebûye û ev kirîz bûye doz.

Xaliye destnîşan kir ku Sûriye di qonaxeke girîng re derbas dibe, Sûriye hatiye parçekirin.

Hemwextî wê jî aliyên ji derve hene ku hewl didin bi navê şoreşa Sûriyê fîtneyê peyda bikin.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Hind Daxistanî jî got:

Rêber Abdullah Ocalan jin ji nav zilmê vejand û ji fikrê baviksalarî rizgar kir.

Şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî yek ji destkeftiyên herî mezin ên jinan di dîrokê de ye.

Beşdaran jî mijara panelê nîqaş kirin û destnîşan kir ku berxwedana jinan a Kobanê ji bo jinên herêmê çirûska destpêkê bû ku rêya jinan ber bi rizgarî û şoreşê ve ronî kir.

Back to top button