Polîsên Tirkiyê di serdegirtinên malan de gelek kes binçavkirin

Îro di danê sibehê de polîsên Tirkiyê li gelek bajaran bi ser malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Wezareta Karên Hundir yê Turkiyê ragihand ku 98 kes hatine binçavkirin.

Di oparasyona li Edeneyê ku serê sibehê pêk hat de, gelek kes binçav kirin.

Li Osmaniyeyê jî Berdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên li Rihayê de, Mahmût Înanç hate binçavkirin.

Li Dîlokê jî Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Abdurrahman Elmas hate binçavkirin.

Li navçeya Farqîn a Amedê 6 û li Kocaeliyê 3 welatî hatin binçavkirin.

Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin

Wezareta Karên Hundir yê Tirkiyê der barê binavçkirin û serdagirtina malan de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li 18 bajaran 98 kes di encama serdagirtinên malan de hatine binçavkirin.

Hat îdiakirin ku kesên hatine binçavkirin li serhesabên xwe yên medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê” kirine.

Di operasyona qirkina siyasî de 90 kes hatin binçavkirin

Back to top button