Projeya kişandina ava Firatê ber bi Hesekê ve dest pê kir

Gerînendîteya Avê ya Hesekê dest bi xebata projeya kişandina ava Firatê ber bi Hesekê ve kir.
Şaredariya Gel a bajarokê Şefa yê Dêrazorê jî li ser daxwazên şêniyan dest bi avakirina stasyonekê kir.

Piştî ku dagirkeriya Tirk stasyonê Elok a li Serêkaniyê dagir kir û av li ser şêniyan qut kir, pirsgirêka avê li bajarê Hesekê û gundewarên wê derket.

Ji bo peyîdakirina avê û çareserkirina vê pirsgirêkê, xebat bê navber didomin.

Gerînendîteya Avê ya Hesekê dest bi xebata projeya kişandina ava Firatê ber bi Hesekê ve kir.

Proje li ser 2 beşan pêk tê.

Ya yekê, dê xetên kişandina avê restore bikin û ya din, stasyona sereke ya li ser wê xetê dê were restorekirin.

Endezyarê ku projeyê dişopîne Luqman Mûsa got:

Ji ber zirarên mezin di xetên avê yên di navbera herêmên El-Siwer a Dêrazorê û stasyonên avê yên li başûrê Hesekê de, Gerînendetiya Avê ji bo çareseriya aloziya avê, pêşniyar kir ku projeya kişandina ava Firat were pêkanîn.

Her wiha di nav xebatên qonaxa 2’emîn de dê stasyona El-Elwa, stasyona 47’an û stasyona Şedadê restore bikin.

Luqman Mûsa eşkere kir ku proje dê di 3 mehan de bi dawî bibe.

Şaredariya Gel a Dêra Zorê stasyoneke Avê ava Dike 

Li aliyê din Şêniyên bajarokê Şefa û 4 gundên girêdayî wê yên Dêrazorê jî, ji ber tunebûna torên ava vexwarinê li herêmê, neçar dimînin ku avê ji sahrîcan bikirin.

Şêniyan, ji şaredariyê xwestin ku pirsgirêka avê çareser bike.

Şaredariya Gel jî, li ser daxwazên şêniyan dest bi avakirina stasyoneke avê kir.

Hemwextî xebatên avakirina stasyonê, şaredarî dê di 6`ê vê mehê de sûrekê li dora stasyonê û hewzên parzûn-kirinê ava bike.

Li gorî çavdêrên projeyê, ev xebat di dawiya meha Sibatê bi dawî bibe.

Heta ku tora sereke tê dirêjkirin, dê av bi rêya sahrîcan bê pere li şêniyan were belavkirin.

Back to top button