Ji sedî 70 welatiyên başûrê Sûdanê di hejariyeke zêde de ne

Li başurê Sûdanê ji sedî 70, rewşa welatiyan hejariyê de ye. Komîteya Xelaskirinê ya Navnetewî ragihand ku êdî rewşa heyî di asta birçîbûneke herî zêde de ye.

Rêvebera Komîteya Xelaskirinê ya Navnetewî (IRC) ya başûrê Sûdanê Caroline Sekyewa diyar kir ku vîrûsa Corona bandoreke zêde li ser jiyana welatiyan kir.

Caroline Sekyewa got, ji xwe li başûrê Sûdanê welatî di nava hejariyeke zêde re rubirû bûn.

Lê şer, krîza aborî, nexweşî û bûyerên xwezayî rewş hîn nebaştir kir.

Ji 10 milyon welatiyan 7 milyon bi rîska hejariyê re mane.

Ji nîva welat zêdetir pêwistî bi alîkariyê heye û di sala 2021’an de jî tişta xuya dike wê rewş zehmetir be.

Sekyewa dazanîn ku li welat 1,7 milyon kes di asta heriya herî zehmet de ye.

NY jî ragihandibû li hinek herêmên Başûrê Sûdanê ku şer lê hene, ger alîkarî ne gihêje herêmê wê felaketek mezin derbikeve.

Back to top button