Meclisa Qamişlo: Dewleta Tirk dijminê mafên mirovan e 

Meclisa Qamişlo îro bi daxuyaniyekê girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.

Hevseroka meclisê Mûne Îbrahîm daxuyanî xwend û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi şev û roj mafên mirovan bin pê dike.

Mûne bi bîr xist ku dewleta Tirk bi zanabûn sivîlan dikuje, digire ji ber van sûcên Dewleta Tirk, pêk tîne, dijminê mafên mirovan e.

Mûne di daxuyaniyê de bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo serbestberdana hevserokê berê yê HDP`ê Selahedîn Demirtaş û got: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li dewleta Tirk ferz kir ku Selahedîn Demirtaş serbest berde.

Lê dewleta Tirk heta niha ev biryar pêk neaniye. Berovajî wê, Leyla Guven jî girt.”

Mûne Îbrahîm di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û tevahiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

Back to top button