Li gundên Nîjerê di encama êrîşan de 100 kes hatin kuştin

Li gundên Nîjerê di encama êrîşan de 100 kes hatin kuştin.

Şaredarê herêma ku êrîş li dijî wê hatî kirin Almoû Hasssan got;

Terorîst bi nêzî sed motorbisiklêtan hatin û êrîş kirin.

Em hê nû ji gundên Tchoma û Bangoû vegeriyan.

Herî kêm 70 kes miribûn.

Li Zaroûmadareyê jî 30 mirî hebûn.

Terorîst bi qasî sed motorbisiklêtan hatin.

Di van êrîşan de 25 kes jî birîndar bûne.

Şaredar diyar kir ku di navbera du gundan de 7 kîlometre hene û ji bo êrîşê, êrîşkaran xwe dabeşî du koman kiriye.

Ev gund 120 kîlometre dûrî paytext Nîameyê ne û nêzî sînorên Malî û Bûrkîna Faso ne.

Çete her carê êrîşî van gundan dikin.

Back to top button